Li Amedê ji bo zarokên penaberên Suriyê û yên Rojava 2 dibistan hatin ava kirin. 800 zarokên penaber di van dibistanan de perwerde dibin. Lê Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê îsal destûr neda korsên kurdî. Ji ber vê yekê zarokên ereb û yên kurd jî îsal neçarin ku, bi tirkî perwerde bibin. Mamoste û zarok jî daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî û erebî dikin. Her wiha ew dixwazin ji bo wan dibistaneke din jî bê avakirin kirin