Piştî destewerdana Tirkiyê di axa Sûriyê de li Cerablus û herêmên rojhelatê gundewarê Helebê, texmîn heye şereke dijwar di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Artêşa Tirkiyê biqewime û pêşbînî heye pevçûnên demkî yên ku aniha di navbera HSDê û Artêşa Tirkiyê de li gundewarên Cerablus û Minbicê rû didin firehtir bibin ..bi taybetî jî piştî daxuiyaniyên berpirsên Tirk ku dê operesyona Mertala Ferat ji Cerablusê ber bi Minbicê ve jî here