Li Qamişlo 45 endamên rêjîmê xwe radestî hêzên Kurdî dikin

2019-02-11 0

Şer û pevçûn di navebra hêzên Kurdî ku ji Yekîneyên Parastina Sivîlan YPGê û hêzên Asayişan pêk tê û yên rêjîmê de, sibeha îro Pêncşemê, dîsa berdewam bûn, û hêj çargoşeya ewlehî ya rêjîmê ji hêla Asayîşê ve dorpêçkirî ye.
Jêderekî taybet ji me re diyar kir ku, pevçûn li derdora çargoşeya ewlehî di orta bajêr de ne, û hêxên Asayîşê û YPGê ji doh ve ew dever dorpêç kirine, pevçûnên tund di navbera herdu aliyan de li hêj diqewimin