Occo Mahabad bihêle bicehme here

2017-02-19 12

Helbest:Occo Mahabad
Xwendin:Mizgin Ezdi
Bihêle bicehime here...

hertiştî bihêle û here
careke din neyê van deran
careke din destên wê negire
devê wê maç neke
nekeve paşila wê
hertiştî bihêle û here
çavên wê
awirên wê
lêvên wê berde
bihêle bicehime here...
bila kes te nebîne
bila kes te nizanibe
bila kes te hîs neke
hertiştî bihêle bicehime here...
Helbest:Occo Mahabad

Free Traffic Exchange