Occo Mahabad li cihê ku ez hatim..

2017-02-08 11

Helbest:Occo Mahabad
Xwendin:Keremo


li cihê ku ez hatim
jin dihatin tazîkirin
ne bi destên evîndaran
bi destên esker û polêsan
êşkence û êş hebû...

li cihê ku ez hatim
mêr dihatin kuştin
ne bi maç û awiran
bi çek û bombeyan
şer û mirin hebû...

li cihê ku ez hatim
zarok digiriyan
dayik ditirsiyan
gola xwînê bû erd û ezman
zilm û zordarî hebû...

li cihê ku ez hatim
dar dihatin şewitandin
kulîlk dihatin gullekirin
av dihatin herimandin
hawar û qêrîn hebû...

li cihê ku ez hatim
dost û yar
can û canan
mêrxas û egîd hebûn
niha
li ser nexşeyê
noqteyeke veşartî û biçûk e
kesek nizane
bê war û mal
bi êşên xwe ve
birîndar û wenda ye...
Occo MAHABAD

Free Traffic Exchange