Adnan Oktar: Mirovên xedar ku birayên me yên Kurd heznakin, dixwazin wan li Başûrê Rojhilatê heps bikin

2014-12-18 134

ADNAN OKTAR : Lîstikek giran tê leyistîn.Hemû tişt ji Abdullah Ocalan re hiştin,li gorî daxwaza PKKê li başûrê rojhilatê avakirina dewletek ,li wê derê jî îmha kirina civatên oldar e. Lewra li hemberê PKKê bendek zexm avakirin.Ango belayê serê PKKê bûn. PKK li wê derê bêhn nestend. Ji bo derketina Abdullah Ocalan û ji bo avakirina dewletekê li Başûrê Rojhilatê, divê hêmanên tirûş ji holêrabin. Ji ber ku astenga herî mezin ol e, ji ber ku li pişta ol jî hin civat hene û ji ber ku ev civat xortaniyek oldar mezin dikin, dibêjin; "pêşî em van tiştan ji holê rakin,paşê Xwedê Kerîm e,hêsan e heman tişt". "Piştre jî emê cejna PKKê bikin, emê Abdullah Ocalan derxin, efûyek giştî biweşînin û bi vî awayî jî mesele dê biqede. Li Başûrê Rojhilatê dewleta Kurd, emê dewleta Kurd ya PKKya Komunîst ava bikin."

Bi vî awayî dê tetmîn bikin ev kîna xwe ya bi salan e ku hîsdikin. Lewra li zora wan diçe,wan zaf diqehirîne ku birayên me yên Kurd li Stenbolê, li Îzmîrê di taxên dewlemend de digerin. Naxwazin Kurdan bibînin. Ango naxwazin li Başûrê Rojhilatê karê xewandinê jî bikin,naxwazin biçin wan deran û wan bibînin jî.

"Bi lez û bez bila veqetin,herin û li ber çavê me xuya nebin" di vî mantiqê de ne. Ango heznakin, ji berê ve ji wan hinek zordar in, xedar in, bêhez in.Ji ber vê yekê naxwazin wek oldar jî veqetin.

Ango naxwazin Başûra Rojhilatê bi awayek dewletek oldar;mînak bi navê 'Dewleta Kurdên Misilman ' biqete.

Lewra hingê dibe ku bi xwîngermî binêrin û hurmet bidin, difikirin. Ji ber vê yekê jî di vî fikrê de ne; "bila bi navê 'Dewleta Kurdên Komunîst ' ji me veqetin û belaya xwe bibînin."

Lewra bi vî, zorbaziya proletaryayê dê biqewime. Him dê tehde bibînin, him xezeba Emerîka vegere li ser wan û him jî dê Tirkiyê biqehrînin. Kesên ku tên û diçin dê li wan xin,wan bipelixînin û li Tirkiyê Kurdek jî dê nehêlin.Dê hemûyan sirgûn bikin li Başûra Rojhilatê. Dê bibêjin:"Li vê devera koyistan de û di vî nehiyeya kişwera dijwar de bijîn,dernekevin derve jî, em naxwazin navê we jî bibihîsin. Emê we bidin destê komunîsta. Komunîstan bila dest bavêjin namûsan. Bila ehlaq jî,malbat jî nemîne,bila we bişewitînin biperitînin.Emê van karan bi destê PKKê bidin çêkirin."

Bi kurtasî daxwaza wan ev e. Ez destûr nadim zordariyeka wiha,destûr nadim bê ehlaqiyeka wuha. Kîjan lîstikan bixwazin bileyîzin bila bileyîzin.. Em Tirkiyê parî nakin. Li Başûrê Rojhilatê,şêrên xwe jî,canên xwe jî, dayîkên xwe yên xweşik jî, xwişkên xwe yên xweşik jî nadim destê komunîstan. Bi têra dilê xwe li îzmîrê, li Stenbolê dê bigerin. Him jî li ber çavên ku ji wan aciz dibin dê bigerin. Hemû Tirkiye ya wan e. Emê nehêlin ku di nav şideta komunîstan de bijîn. Û em nahêlin di dinyaya diktatoriya prolataryaya har de bijîn.Emê destûr nedin irz û namûsên wan jî bikeve bin piyan. Emê nehêlin ku di sîstemaka ku di nav wî de malbat,namûs û ehlaq tûne be de bijîn.

Emê wan di nav muqedesetên û xweşikahiyên wan de wek 'birayên me yên Kurdên oldar' bidin jiyandin. Emê Başûrê Rojhilatê jî wek Parîs,wek Londra bikin û bigihînin rewşek bêtir wesfdar. Û emêvê lîstika xirab xira bikin înşAllah.

Free Traffic Exchange