Adnan Oktar: Em bi Kurdbûna Bedîûzzamanê Saîdê Kurdî şanaz dibin

2014-12-18 111

ADNAN OKTAR :  Di Nûçeya Risale de, ew bi baweriya Kurdbûna Bedîûzzaman dikin? Bedîûzzaman hewqa dibêje; "Ez ne seyîd im" lê dîsa jî bi israr dibêjin "Tu seyîd î". Wa ye navê qebîla wî lê nabe. Navê wî bi zorê li hev tînin. Pêwendiyek bi hev ve danîn zaf dijwar dibe. Divê pêwendiyek sûnî were saz kirin. Li gorî min pêwendiyên sûnî nelazim in. Mînak; em navê bajarekî bifikirin. Navê wî bajarê nîvî heye nîvî tune ye. Wuha nabe.

Bedîûzzaman,heya ji sala 1919an wiha dibêje: "Ez ne seyîd im." Ûstadê me yê Kurd, em şanaz in bi Kurdbûna wî. Selahadînî Eyyubî Kurd e, Mewlana Xalid Kurd e.Piraniya zanyaran ango ji nîvî zêdetir Kurd in. Zanyarên navdar yên ku ji medreseyên navdar gihîştine, tim ji nava Kurdan derketine. Ji nava birayên me yên Kurd derketine. Birayê me yên Kurd, qewmek gelek oldar in. Em bi wan şanaz in.

Qey tenê şertek ma ye ji bo Mehdîtiya Bedîûzzaman. Eger Bedîûzzaman seyîd be dê hal bibe Mehdîtî. Ango, qey ji bo biryardayîna mehdîtiyê civatek civiya ye û hemû şertan jî  pêkbûne, tenê seyîdbûn ma ye! Gava seyîdbûna wî jî temam bû dê bi çepikan wî Mehdî îlan bikin. Halbûkî dê Hz.Mehdî (a.s) bi teqez muctehîd û muceddîd be. Bedîûzzaman ;"Hemû mezheban dê ji holê rake" dibêje. Bedîûzzaman teqlîtkera pêgirê mezheba Şafiî bû. Teqlîtkerê mezhebê bû.

Bedîûzzaman, îmamê Şafiî wek mamoste û rêberê xwe qebûl dikir. Bedîûzzaman xwe, wek mûceddîd û wek bi teqez muctehîd derpêş nedikir. Dibêje,"Herî mezin Hakim e û Hz.Mehdî (a.s) ji hemû dinyayê re dê dadmendiyê belav bike."  Bedîûzzaman ji hemû dinyayê re dadmendiyê belav nekir wek Hakim wezîfe negirt. Dibêje; "Wek fermandarek herî mezin dê wezîfe bigre."  Bedîûzzaman wezîfeya fermandariyeke wiha negirt. Bedîûzzaman dibêje;" Di dema Hz.Mehdî (a.s) de, dê bi mîlyonan leşkerên artêşên wî hebin." Artêşên wuha yê Bedîûzzaman tune bûn. Dîsa dibêje; "Bi mîlyonan,seyîdên cangorî û fedakâr dê beşdar bin." Beşdarbûnek wuha jî pêknehat. Van hemûyan, bûyerên ku di dema Hz.Mehdî (a.s) de dê pêk bibin.

"Dê Darwînîzmê-Materyalîzmê ji holê rake." dibêje. Lê Bedîûzzaman Darwînîzm û Materyalîzmê ji holê ranekir. Peywira ji holê rakirina Darwînîzmê ji Hz.Mehdî (a.s) re dewr kiriye. Di Rîsale-î Nur de eşkere dibêje;"Peywira yekemîn ya Hz.Mehdî (a.s), Darwînîzm û Materyalîzmê ji holê rakirin e." Ne tiştekî ku meriv xwe li nezaniyê deyne. Bedîûzzamn dibêje; "Di sala 2010an de telebeyên Hz.Mehdî (a.s) dê dest bi pêngavan bikin. Di wê demê de ezê di gora xwe de bim û ezê ji gora xwe wan temaşe bikim.". Ji bo Hz.Mehdî (a.s) jî wuha dibêje;"Xwediyên Rîsale-î Nûr,Hz.Mehdî (a.s) û telebeyên wî, şakirdên wî, bi destûra Cenab-ê Heq dê werin û em jî di gorên xwe de wan temaşe bikin û spas bikin ji Xwedê re." Ango dibêje gava Hz.Mehdî (a.s) were ezê di gora xwe de mirî bim û ji gora xwe wan temaşe bikim. Lê hê jî, hin mirov xwe dixapînin. Heyret! Ango di cemaatan de mirov weke ku hîpnoz bûne.Halbûkî mirov dikeve gumanan, "gelo çewtiyek heye an na?..Divê destê xwe deyne ser wijdana xwe. Lê belê piraniya mirovan wijdanên xwe guhdar nakin.