Adnan Oktar: Bi hinceta terorê bi salane gelek misilman hatin kuştin

2014-12-18 1

- Şêwirmendê ewlyiyê yê berê yê Bush’ê Jonathan Schanzer got: “divê Tirkiye ji NATOyê bê qewirandin.” Daniel Greets jî nivîsî ku“Tirkiyeya terorîst divê ji NATOyê bê derxistin.” NATO li dijî komunîzmê hatibû ava kirin lê niha fonksiyona wê guherî. Ev fonksiyon jî li dijî terorê têdikoşe û dibêje Tirkiye bi terorîstan re hevkariyê dike. Wek delîl jî hevkariya Tirkiyeyê bi Îran re, piştevaniya Tirkiyeyê bo birayên misilman û çek dayina Tirkiyeyê ya bo muxalifên Sûriyê nişan didin.

ADNAN OKTAR: Mijareke ku piştevaniya bo birayên misilman tune ye. Ji ber ku ew misilmanin alîkarî tê kirin. An Tirkiye ne dijminê nîviyê din yê Misrê ye. Em ji wan jî hezdikin, ji Îhvan-i Mislim jî hez dikin. Yanî em ne meraqê wan in. Em ji ber ku li ber komên li Filistînê dikevin ji bo wan rehmdar tevdigerin. Em tundiya wan jî dibinin û naecibînin. Lê birayên me ne em çi bikin?  Dikarî encax perwerde bikî. Tu dibêjî “em bikujin”. Wê çaxê tu jî terora dewletê dikî, wê demê zilam jî dê te bikuje. Qet tiştekî wisa dibe? Ji hewayê bombe avêtin çi ye? Ew jî ne terora dewletê ye? Ev bi destê xwe bombe davêje, tu jî bi balafiranbombe dibarînî. Ya te xiraptir e. Lewre ew 10 kesan dikuje, tu jî 100 hezar kes dikujî. Te bi tenê li Iraqê 2 milyon însan kuştin. Dîsa bi heman awayî li Asyayê 2 milyon û nîv însan kuştin. Li hin deverên cuda jî gelek misilman qir kirin. Li Efxanistanê jî nêzî 3 milyon misilman şehîd kirin. Ew ne komkujî ne? Terora dewletê wiha ye. Ew jî dibêje ez ê bikujim. Heke tu bêjî ez ê bikujim, ew jî dê bêje ez ê jî bikujim. Divê tu çekan berdî, nekujî û xwîn nerijînî. Ma qet kuştina baş û nebaş dibe? Dibêje em baş dikujin. Yê din jî dê bêje ez jî baş dikujim. Kuştineke baş nîn e, kuştin tiştekî nebaş e. Divê tu çekan bi kar neynî û li tu deran rijandina xwînê qebûl nekî. Divê dilopek xwîn jî nerijînî û kesê ku radikeve hijyar nekî. Dema ku em tên heyama Mehdî (a.s) erd û asîman dilerizin. DAIŞ dibêje em tevgera Mehdî (a.s) ne. Îran çi dibêje? Ew jî dibêje em tevgera Mehdî ne. Îran mîlyonek leşker xwedî dike. Mehdî (a.s) heta niha tu leşker tevlî tu şerekî nekir. Artêşa Mehdî heye û di her gavê de navê Mehdî tînin ziman. Meş li dar dixin; gevek davêjin di gava duduya de navê Mehdî dibêjin. Li hemû herêmê Mehdîtî hakîm bû. Ka Mehdîtî nîn bû? Nexwe rastbûye. Tu “venebêje” dibêjin. Venegotina min tu tiştî naguhere, kal ê binêr navê Mehdî li her derê tê bihîstin.

Free Traffic Exchange