Adnan Oktar: Li axên Tirkiyeyê ji aliye Amerîkayê ve perwerdekirina PKKê bobelateke neteweyî ye.

2014-12-14 35

- Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Amerîkayê tên, beşdarbûna Tirkiyeyê bo bernameya “perwerdeke” rageşiya bi Amerîkayê re kêm kiriye. Di çarçoveya vê programê de perwerdekirina komeke PYD’yê jî teqez bûye. Hatiye payîn ku li nav sînorê Tirkiyeyê Amerîka dê perwerde bide PYDyiyan.

ADNAN OKTAR:Ma li nav sînorê Tirkiyeyê Amerîka dê perwerde bide PKK’yê?

-  Belê. Bulent Arinç jî di daxuyaniya xwe ya îro de eşkere kiriye, ji bo ku perwerde li Tirkiyeyê bê kirin bi rojava re li hev kirine.

ADNAN OKTAR: Heke zîhniyetek hewl dide ku PKK li Tirkiyeyê perwerde bike, dawiya Tirkiyeyê hatiye. Amerîka li ser axên Tirkiyeyê dê perwerde bide zilamên ku bi hezaran leşkerên me şehit kirine.

Divê seferberî bê îlan kirin. Desthîlatdarî bila seferberî îlan bike. Ev bûyereke pirr mezin e. Ev bobelateke neteweyî ya mezin e. Pêşniyazeke wisa tirs dixe dilê mirovan.

Heke pêşmerge dê bên perwerdekirin, em ê wan perwerde bikin. Ne hewceye ku Emerîka vî karî bike. Emerîka acize kudi rê de bimêşe, dê perwerdeya çi bide?

Pêşmerge leşkerên misilman in, camêrên sunî ne. Heke ew dê bên perwerdekirin, herî baş dê leşkerên Tirk wan perwerde bike, ne wisa ye? Bila werin vir, serbazên Tirk perwerde bide wan. Lê ne li dijî DAIŞê li dijî PKK’yê. Em li dijî DAIŞê şer qebûl nakin.

Free Traffic Exchange