Adnan Oktar: Em ê dayîkên xwe yên Kurd radestê PKK’yê ku ol û malbatê nasnake, nekin.

2014-12-14 1

ADNAN OKTAR: PKK vêya fam nake;kurd birayên me, dayîkên me û xwîşkên me ne. Ev însanan mirovên min, ew dayîkan dayîkên min û ew xwîşk xwîkên min in.

Tu zilamê bêxwedê û bêkitêb; baweriya te ji xwedê nîn e, tu olê û exlaqê qebûl nakî, tu kujer û zordest î.

Ez hîç xwîşk û dayîka xwe ji te re berdidim? Ez ê erd û asîmanê tevlîhev bikim. Heke tu mêrxasî, ez deh qatî te mêrxas im. Ewna dizanin ku ew ê qîrîn û qîjînan bikin û mijar jî dê biqede.

Nazîkiya me ji ber hezkirin û dolovaniya me û ji ber tirsa me ya ji xwedê pêk tê. An em dizanin çi bînin serê we.  Artêşa Tirk jî, leşkerê Tirk jî zane. Lê em hûr û kur difikirin ku “ bila xwîn nerije, bila kes nemire û bila tişt neye serê tu kesî”. Em mirovên hezkirinê ne. Ewna guman dikin ku dema em dengê xwe dibirin, em ji wan ditirsin.

Tu xwîşk û diya  min dîl girtiyî. Dayîkên min 5 wext di nimêja xwe de ne. Xwîşkên min wek nûran e.

Zarokên kurd pirr şîrîn in. Ez wan ji we re nahêlim, hûn jî vêya wisa bizanibin. Heke dîsa jî zorê bidî, vêya bizanibe ku ez ê tofanê rakim.

Ango heke ewropa jî bikeve nav dê li cihanê qiyamet biqete. Wê demê em ê tevî cihanê biçin. Em ê hemû cihanê hildin. Cihan dê wek sîniyekê bibe û paşê jî em ê hemû bi hev re biçin. Ji xeynî vê tişt nîn e. Dê vêya ji bîr bik in.

Free Traffic Exchange