Li fûara Stenbolê pirtûkên perwerdeya kurdî eleqê dibînin. RÛDAW 11ê 11a 2014an.

2014-11-15 56

Li fûara Stenbolê pirtûkên perwerdeya kurdî eleqê dibînin.
~~
RÛDAW 11ê 11a 2014an.

Stenbol (Rûdaw) - 33emîn fûara Pirtûkan ya Stenbolê bi beşdarbûna 850 weşanxane û gelek nivîskaran dest pê kir. Di fûarê de îsal Macarîstan weke mêvanê rûmetê cih distîne û nivîskar û rayedarên vê dewletê wê bi bernameyên cur be cur ve bigihên xwendevanan. Her weha weşanxaneyên Kurdan jî weke her sal îsal jî di fûarê de cihê xwe standine.

Ev 33 salin li Stenbolê pirtûkfiroş û xwendevan hefteya destpêkê ya meha 11an weke rojên fûara pirtûkan pêşwazî dikin. Di van rojên fûara pirtûkan de pirtûkfiroş fersendê dibînin ku pirtûkên xwe yên nû û her weha yên kevin pêşkêşî xwendevanan bikin.

Nivîskar Doxan Hizlan li ser mijara xwendina pirtûkan ji Rûdawê re wiha got:
“Em dema ku pirtûkan dinirxînin dibêjin roman, çîrok, helbest û yên din. Lê pirtûkên edebiyata fantastîk, polîsiye û gelek cureyên din jî hene ku ciwan dixwînin. Ewqas pirtûkfiroş û weşanxane hene. Bes bila pirtûk bên xwendin çawaniya wê ne girîng e.”

Fûar îsal jî weke her sal ji bilî pêşkêşkirina pirtûkan bi panel, sîmpozyûm û rojên îmzeyan xwendevan û nivîskaran jî digihîne hev. Weşanxaneyên kurdan jî vê fûarê weke fersendekê ji xwe re dibînin û beşdarî fûarê dibin.

Di fûarê de tiştekî ku balê dikişîne ew e ku hin tirkên dixwazin hînî kurdî bibin ji weşanxaneyên kurdan pirtûkên kurdî dikirin. Herwiha xwendevanekê jî wiha got:

“Armanceke hatina min ya taybet jî ji bo standina pirtûkên kurdî ye. Ez li pirtûkên ku bi hêsanî fêrî kurdî bibim digerim. Ez dixwazim ew gelên ku bi sedan salin em bi hev re dijîn zimanê wan fêr bibim. Beriya çend rojan em li sînorê Kobanî bûn. Me li wir jî ev kêmasiya xwe bêhtir dît.
Xwendevanekî din jî wiha got:
Yek ji wan zimanê ku ez merak dikim jî kurdî ye. Li derdora min tê axavtin lê ez fam nakim. Ji ber wê jî helbet mirov meraq dike.”

Fûara pirtûkan ya Stenbolê dê heta 16ê meha 11an berdewam bike.


Rudaw net/ kurmanci
11ê 11a 2014an.

Bijî kurdîhez....

Tije Vîdyo! ~ https://www.youtube.com/user/Serpehati/videos

15ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî Ye.
Agahî;
1 http://bit.ly/UI6T3o

2 http://hawarnetrojev.hk-mg.net/2011/05/be-zimane-kurdi-kurd-bun-nabe.html#more

3 http://www.firatnews.org/kurdi/index.php?rupel=nuce&nuceID=13111

Çima 21ê sibatê?
21ê sibatê "Roja zimanê zikmakî ya navneteweyî" ye.
Dibistana kurdî
http://modersmal.skolverket.se/nordkurdiska/index.php/component/content/article/383-
roja-zimane-zikmaki-ya-navneteweyi

Dibistana kurdî
http://www.dibistanakurdi.com

Ferhengên KURDÎ
1 http://nuh.ferheng.org/
2 www.institutkurde.org/publications/kurmanci/dictionnaire/
3 http://www.turkcekurtcesozluk.com/
4 Wîkîferheng, ferhenga azad
http://ku.wiktionary.org/wiki/Destp%C3%AAk
5 www.diyarname.com/ferheng
6 www.yekbun.com/f.asp?

Testa KURDÎ
http://www.hakkarim.net/test.htm

Jiyan bi kesk û sor û zer û nîşana serkeftinê xweş e....
Bijî welatê me Kurdîhezistan
Bijî kurdîhez....

Kurd1 Çira tv Newroz Kurdistan tv

Free Traffic Exchange