43.
Salarê mewakibê kewakib
Serdarê tewali' û xewarib
Sultanê serîrê çerxê rabi'
Weqtê weko bû ji şerqê tali'
Şetrencê mah û cundê exter
Bi-l-cumle li ser bisatê exder
Şehmat kirin bi beydeqa nûr
Te d’go hemî bûn di tûrî mestûr
Mîrê ko ji xîretê dilefkar
Şêrê ji hemiyyetê birîndar
Hetta sibeh xew nehate çavan
Sakin nedibû ji rengê avan
Rojê ko ji meşriqê nema nûr
Afaq kirin ji zulmetê dûr
Mîr rabû û hate şehnişînê
Nêzîk-i serayê nazenînê
Rûnişt we gote pêşekaran:
»Hon gazî bikin nedîm û yaran
Tenha ji mi ra Memê bixwînin
Tacdîn û digel biran mexwînin
Îro li Memê ezê xedeb kim
Sûcek wî heye edê edeb kim
Nabit ko ji min bibin di xafil
Bi-l-cumle bi emrî bin di 'acil«
J'ew paÅŸ ÅŸihande nik xwe Mem xwend
Hadir kiribûn gulab û gulqend
Ewçend şerab û qend û şekker
Ewçend gulab û misk û 'enber
Înan û di meclisê gerandin
Kêfê di xwe ser bi ser gihandin
Encam-i tekellum û xeberdan
Kêşane bi satirenc û nerdan
Mîr gote Memê bi kîn û kerbe
»Îro me digel te ceng û herb e
Rabe ji mi ra were muqabil
Bêşik bi te ra ez im mucadil
Sertê me digel te ey serefraz
Herçî te divê ji bo me dilxwaz«
Lê mîr ji kuran hebû ciwanek
Mehbûbê zemane niktedanek
Yûsif ji melaheta wî mehcûb
Rustem ji şeca'eta wî mexlûb
Hemsuhbet û hemdemê Memê bû
Hemşahî û hemxemê Memê bû
Serdarê kuran bi navê Gurgîn
Fi l-hali xeber gihande Tacdîn
Ew betil ko bû ji halî waqif
Rabûn bi wî ra Çeko û 'Arif
Þêran verisand-i qeyd û zincîr
Hersê bi tebayî çûne nik mîr
Tacdîn ko digel biran bi meş hat
Ke'beyn ji bo Memê duşeş hat
Fîl û rux û kerkedan ko hatin
Dîn mîr û mu'ellimê xwe mat in
Zanîn ko Memo bi bend û baz e
Mîr gote Memê »du destê taze«
Sê dest ji mîr birin temamî
Mufsid fekirî ji wî meqamî
Zîn dî ko li pencerê diyar e
Mihr e li mehê dikit nezare
Bedxwah binê çi hîle rakir
Evrenge behaneyek eda kir
Go »bend û leyîz û cih bi dor in
Hon herdu cihan bi hev bigorin
Mem dê bibitin vê carê mexlûb
Hasil bibitin ji bo te metlûb«
Mîr rabû û çû cihê Memê jar
Mem hate cihê ji pêş ve dildar
Çavê di Memê ko dîn ruxê Zîn
Muft dane ji dest xwe fîl û ferzîn
Dil maye li pencer û şibakan
Hespê xwe dida l’ ciyê peyakan
Mîr bir ji Memê temamî şeş dest
Mem bû ji meya ji pêş ve sermest
Mîr gote Memê »me bir xwe dilxwaz«
Wî go ko »bibê, çi ye te daxwaz«
Mîr go »me xered ne kesb-i mal e
Meqsûd ji teyê me keÅŸf-i Ãal e
Metlûb ji le'b û bend û bazan
Qet nîne bi xeyrê keşf-i razan
Şer'ê min ew e bikî tu iqrar
Kanî di dinê kî ye te dildar
Herçî periya te dil li bal e
Horîsifet e melek misal e
Ger la^iqê te ewê bibînim
Malê xwe bidim ez ji bo te bînim«
Sahibxeredê di weqtê furset
Te'na xwe ji rengê def'-i tuhmet
Go »min diye ya Memê hebandî
Kîjek 'ereban e lêvdeqandî
Ser ta bi piyan reş e wekî qîr
Ne la^iqê behs û xwestina mîr«
Te'nê li Memê wereng eser kir
Yekcar-i ji 'eqlî bêxeber kir
Behra dilî perde lê bi coş hat
Nagam bi gazî û xuroş hat
Go »qet ne we ye wekî wî guhtî
Mîr^im periya dilê me suhtî
Şehzade ye şehnişîn mekan e
'Enqa ye bilind-i aÅŸiyan e
devam ediyor.